Merkel Ser Avakirina Artêşa Ewrupa Piştgirîya Gotinên Macron Dike

Serokwezîra Almanya Angela Merkel li Parlamentoya Ewrupa ser siberoja Ewrupa axaftinek kir.

Merkel di axaftina xwe de dîyar kir ku divê Ewrupa artêşekê ava bike.

‘’Ger em li bûyerên par binêrin, ya girîng divê em ser çêkirina vîzyona bo Artêşa Ewrupa bixebitin’’ Xanim Merkelê got.

Merkel da zanîn ku artêşa di hindurê Ewrupa de dê ne dijî NATO be û ewê bi wê re hevkarîyê bike.

Xanim Merkelê dîyar kir ''divê Ewrupayeke xurt berevanîya Ewrupa bike.''

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî hefteya borî gotibû ku bo berevanîya Ewrupa divê ew tev artêşa xwe ava bikin.