Merkel û Macron Dixwazin Ewrupa Jinûve Geş Bikin

Serokomarê nû yê Fransa Emmanuel Macron, yek roj li dû merasîma sondê, li Berlînê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel re civîya.

Merkel û Macron, di preskonferansa hevpar ya piştî hevdîtinê de dîyar kirin ku jibo Ewrupa jinûve geş bibe, ger pêwist be ewê peymanên Yekîtîya Ewrupa (YE) biguherînin.

Merkelê da zanîn ku ewê bala xwe nedin ser veqetîna Brîtanya ya ji YE.

"Berî her tiştî, YE ewê çawa kûrtir bibe û dê çito xwe ji bandora krîzan rizgar bike, divê em van bifikirin" Merkelê got.

Macron jî dîyar kir ku bo gelê Fransa, berê guherîna qanûnekê tirseke mezin çêdikir, lê ewê êdî ne wisa be.

Macron got ku piştî têkbirina rastgira tundrê Marine Le Pen, li dijî populîzmê, Ewrupa divê peyvajoyeke nû ya vesazkirinê keve.