Merkel Dê Serdana Qralîçe Elizabeth Bike

Qesira Buckhinghamê ragihand ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel dê vê hefteyê di serdana Brîtanya de bi Qralîçe Elizabeth re jî hevdîtinekê çêke.

Xanim Merkel û Qralîçe Elizabeth dê li Keleha Windsorê bicivin.

Merkel dê roja Înê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re bicive û piştre di heman rojê de bi Qralîçe Elizabeth ya 95 salî re kom bibe.

Ew dê di 15’ê Tîrmehê de serdana Serokê Amerîka Joe Biden jî bike.

Hêjayî bîrxistinê ye, Merkel 16 sal in li desthilata Almanya ye û ew bo hilbijartinên Îlonê ne berbijar e.