Derhêner Kerîmyan Yek ji Qurbanîyên Êrîşên Tirkiyê ser Herêmên Kurdên Sûrîyê Bû

Mensûr Kerîmyan (wêne: medyaya civakî)

Di encama êrîşên vê dawîyê yên Tirkîyê li ser herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê de hejmareke qurbanîyên sivîl ketin. Yek ji wan derhênerê Kurd Mensûr Kerîmyan bû.

Kerîmyan, ku Kurdê Îranê ye, roja Duşemê di êrîşeke Tirkîyê de li bajarokê Swêdîkê yê bi ser bajarê Dêrikê ve hate kuştin.

Kerîmyan sala 1984'an li bajarê Sine ji dayik bûye, lê jibo kişandina fîlman û karê sînemayê ev demek bû ku li Rojava bicih bûbû.

Kerîmyan wekî akter û derhêner di hejmareke fîlmên Kurdî yên dirêj de beşdar bûye. Ji wan: “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd.”

Ew herwiha di kurtefîlmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de jî rol lîstiye.