Îro li Amerîka Roja Leşkerên Congorî (Memorial Day) e û jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, tên bi bîranîn.
Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918'an vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û bal li ser fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kişandin.
Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin malbatên leşkerên cangorî û gazîyên Amerîkî.
Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitterê peyamek weşand û ev roj pîroz kir.
“Roja Leşkerên Cangorî pîroz be! Yên ku bona welatê me yê hêja mirin, wê pir şa û serbilind bin ku rewşa welatê me çiqaş baş e. Ekonomîya herî baş ya bi dehan salên borî, nizimtirîn rêjeya bêkarî bo Reş û Hîspanîyan (& jinan di nav 18 salên borî de), xurtkirina Leşkerîya me û gelekên din. Eferîm!”
Trump dê beşdarê merasîmeke taybet ya bîranînê be ku li Goristana Netewî ya Arlingtonê serdana Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) were kirin û û destegulekê deyne ser gorê.
Hêjayî balkişandinê ye, di Roja Leşkerên Cangorî de gelek programên taybet yên wek film, konsert û rêdeçûn li seranser Amerîka têne darxistin.