Partîya Memleket ya opozîsyona Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku ewê berbijarê xwe yê serokomarîyê di 12’ê Adarê re jî bîragiştî re eşkere bike.
“Di 12’ê Adarê roja Yekşemê emê bi pêşhilbijartina bi beşdarbûna hemî endaman, emê Berbijarê Serokomarî yê Partîya Memleket dîyar bikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce berê parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû û ew di hilbijartina serokomarî ya 2018’an de namzetê CHPê bû, lê hember serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan têk çûbû.
Înce paşê ji CHP’ê veqetîbû û di 17’ê Gulana 2021’an de Partîya Memleket damezirandibû.