Jibo Avakirina 'Rêgeha Demokratîk ya Sûrî' Kongreyek li Brukselê Pêk Tê

Hejmareke hêz û kesayetên Sûrî di dawîya Cotmehê de li Brukselê kongreyekê pêk tînin jibo avakirina pêkhateyeke nû ya opozisyona Sûrî.

Derbarê kongreyê de Endamê Komîteya Amadekar ya kongireyê Elî Rehmûn agahîyên taybet bi Dengê Amerîka re parve kirin.

Wî ragihand ku kongire di 25 – 26'ê Cotmehê di bin navê (Rêgeha Demokratîk ya Sûrî) tê lidar xistin û pirtir ji 120 delegeyên ji hêzên sîyasî û kesayetan tê de beşdar dibin.

Rehmûn herwiha armanca lidarxistina kongreyê jî şîrove kir, "Me dît ku hêz û kesayetên demokratîk jihev berbelav in, rol û bandora wan jî di pêvajoya sîyasî de lawaz maye. Jiber vê yekê me pir şêwir û hevdîtin pêk anîn daku em bighêjin vê kongireyê ku bibe navoka komkirina van hêz û kesayetên demokratîk."

Elî Rehmûn ku cîgirê hevserokatîya Meclîsa Sûrîya Demokratîk e ragihand ku tevî MSD'ê 35 hêzên din yên opozisyona Sûrî û hejmareke kesayetên naskirî di kongireyê de beşdar dibin, herwiha piştî kongireyê derî jibo tevlêbûna alîyên din jî dê vekirî be.

Rehmûn da zanîn ku Navenda Olof Palme ya Swêdî kongreyê birêve dibe, herwiha nûnerên çend wezaretên derve yên welatên peywendîdar bi dosya Sûrîyê jibo kongireyê hatine vexwendine.

"Nûnerên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Swîsra û Swêdê wê di kongireyê de amade bin. Me nûnerên Komkara Erebî û çend welatên Ereb jî vexwendine, herwiha çend parlemanterên Ewrupî di vekirina kongreyê de wê amade bin."

Di dawîya axaftina xwe de Rehmûn dîyar kir ku hejmarek dosya di rojeva kongreyê de hene ku gotûbêj li ser wan dê were kirin û werin erê kirin.

Herwiha wî eşkere kir ku çaverê ye desteyeke sîyasî anku pêkhateyeke sîyasî ya nû di encama kongireyê were avakirin ku "Nûnertîya Demokratên Sûrî bike."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo