Medyaya Sûrî Dibêje di Êrîşa Îsraîlê de 15 Kes Hatine Kuştin

Medyaya dewletê ya Sûrîyê, SANA ji zarê jêderekî leşkerî ragihand ku Îsraîlê îro Pêncşemê êrîş birine ser hin avahîyên Şam ya paytext.

SANA da zanîn ku di êrîşan de, ku li Mazzeh û Qudsaya yên li rojavayê Şamê li dar ketine, 15 kes hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.

Radyoya artêşa Îsraîlê dîyar kir ku armancên êrîşên li Şamê navendeke Cîhada Îslamî ya Filîstînî û hin komên din bûne.

Ser komên din yên bûne armancên êrîşan ti agahî nehat

dayîn.

Îsraîl bi salan e êrîşan dibe ser navendên girêdayî Îranê yên li Sûrîyê ku wê piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê êrîşên xwe yên bi vî rengî zêdetir kirin.

Tê zanîn ku fermandarên Hizbullaha Lubnanê û Pasdarên Şoreşa Îranê li Mazzehê dimînin.

Blokên bilind yên Mazzehê di demên borî de jibo rêberên Hamas û Cîhada Îslamî bûbûn sitargeh.

Jêder: Reuters