Serokê berê yê Rûsya Dmitry Medvedev got ku şerê Moskow û dewletên Rojavayî dibe ku bi dehan salên din bidome.
Medvedev dîyar kir ku di vê peyvajoyê de mayîndebûna şerê bi Ukrayna re jî pêkan e.
Wî di nivîseke xwe de, ku di Rossiiskaya Gazeta ya hikûmetê de derket, got ku girjîya di navbera Rûsya û dewletên Rojavayî de di asteke xirab de ye.
Di nivîsê de, Medvedev Krîza Muşekan ya Kuba 1962’yan bi bîr xist û got ku niha rewiş ji wê demê xirabtir e.
Medvedev jimareke caran e dibêje ku piştgirîya dewletên Rojavayî yên jibo Ukrayna rîska çêbûna şerekî navokî zêdetir dike.
Wî dîyar kir ku şerekî navokî pêkan e, lê got ku dijwar e ku serketîyekî wê şerî çêbe.
Jêder: AFP