Meclîs Karkenar, li Stenbolê li dijî Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK) û hikûmetê çalakî li dar xist. Rêvebirê Meclîsa Karkenar Hasan Kaşkir li pêşîya TUÎK’ê daxuyaniyek da û got:
“Ji alîyê vê desthilatîyê ve em karkenar di nav xizanî û birçîbûnê de man. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wek dijminên karkenaran tevdigere û TUÎK jî jibo ku kêm maeş bidin me, reqemên derewîn diweşîne. Em li vê derê him hikûmetê û him jî TUÎK’ê şermezar dikin.”
TUÎK’ê di Çarşemîya borî de hejmarê enflasyonê ya meha Gelawêja 2024’an ji sedî 71.6 dîyarkiribû. Gruba Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku bi xwe serbixwe ev rêje ji sedî 113.08 dîyar kir.
Karkenar radigîhînin ku di jiyana wan de ti cîyê hejmaren TUÎK’ê tunene, ew bêtir yê ENAG’ê dijîn.
Rêvebirê Meclîsa Karkenar Hasan Kaşkir sedama kêm nîşandayîna TUÎK’ê ji Dengê Amerîka re wiha nîrxand:
“Hikûmet hejmarên TUÎK’ê esas digre û li gor vî mûçeyên me
zêde dike. Dema TUÎK kêm nîşan dide hikûmet jî kêm mûçe dide me. A rastî ev herdû mekanîzma di nav xwe de peymaneke ne rast ava kirine û li gor wî tevdigerin. Lê em karkenar vê neheqîyê ti ga napejirînin û dibêjin di demeke kin de vê xeletîyê rast bikin.”
Li Tirkîyê nêzîkî 17 mîlyon karkenar hene. Berî meha Tîrmeha 2024’an mûçeyên karkenaran li Tirkiyê 10 hazar bû. Li ser vî jî Serokomar Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, “Me jî bi lêçuna jiyanê re têkoşîn kir. Koma ku herî zêde bandor li wan kir karkenar in. Dilê me ji welatîyan dixwaze ku di şert û mercên baştir de jiyan wan bidomînin.”
Piştî daxûyanîyên Erdogan di meha Tirmeha 2024’an de mûçeyên karkenaran yê herî kêm bilîndî 12.500 lîrayên Tirkîy an jî 420 dolarên Amerîkî hate kirin.
Herî zêde karkenar li du bajarên Tirkîyê li Stenbol (bêtirî 3 mîlyon) û li Enqere (bêtirî 1 mîlyon û 200) dijîn. Lê li herêma Kurdan hejmarê karkenaran herî kêm e. Wek nimûne li Rihayê (nêzîkî 90 hezar) û li Wanê (nêzikî 60 hezar) in. Sedama vî jî di nav karên resmî de Kurd zêde tunenin, ew bêtir di nav karên ne resmî wek avaszî û hin karên din de şixul dikin.
Karkenar Tulîn Karakuluç rewşa xwe û ya karkenaran ji Dengê Amerîka re wiha nîrxand.
“Ev hikûmet li ser karkenaran raste rast şiklekî otenazî (xwe bi xwe kuştin) pêktîne. De li helê me temaşe bikin. Perê ku didin
me 12 hezar û nîv e. Bes kirêya xanîkî normal ana 20 hezar e. Ezê bi vîya çawa debara xwe bikin? Bes tenê têra kirê nake, ez çi bixwim û çi bikim. Hikûmet dibêje bi vî mûçeyî tiştek nekin û xwe bikûjin.”
Karkenar radgihînin ku heke hikûmet gaveke erênî nevêje, ewê bi hêza xwe ya 17 mîlyon di hilbijartina pêş me de bi dengên xwe hikûmeta AKP’ê li ser kar daxînin xwarê.
Your browser doesn’t support HTML5