Erdogan di Yekemîn Rûniştina Meclîsa Tirkîyê ya Piştî Sê Mehan de Axivî

Meclisa Tirkiyê (TBMM )

Meclîsa Neteweyî ya Mezin ya Tirkîyê (TBMM) piştî 3 mehan şûn ve di roja yekî Cotmehê de vebû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di vekirina meclîsê de axaftinek kir û got, “Li tevahîya dinyayê û li welatê me rojên dîrokî tê jiyandin. Emê 8 meh şûn ve di hawirdoreke wiha taybete de hilbijartinê xwe çêkin.”

Meclîs, di 27’emîn Dewra Zagonsazîya 6’emîn de di rûniştinek taybet de civîya. Serokê Meclîsê Mustafa Şentop gava lihevcivana meclîsê vekir, di axaftina xwe de li ser karûbarê meclîsê rawestîya. Şentop, di axaftina xwe de li ser hilbijartinê rawestîya û wiha got:

“Em îro li ber vebûna meclîsê hatin bahev, lê di demeke wiha de dinya di nav şidandîtîyeke pir mezin de derbas dibe. Lê welatê me di rewşeka wiha de wê here hilbijartinê. Gelê me ji salekê kêmtir demî de wê him nûnerê parlementoyê û him jî hilbijartina Serokomarîyê dîyar bikin.”

Di roja yekemîn de jî di navbera opozisyonê û desthilatîyê de nakokî derketin. Gava Erdogan seba axaftina xwe beşdarî rûniştina meclîsê bû, parlementerên AKP’ê û MHP’ê rabûn ser pîyan, lê parlementerên CHP’ê û HDP’ê ranebûn.

Erdogan, li rûniştina meclîsê di qisedana xwe de li ser dîplomasî, operasyonên derî Tirkiyê, rewşa aborîyê, hilbijartina wê bê çêkirin, şerê Ukrayna û Rûsyayê rawestîya. Erdogan angaşt kir ku di nav ew qas qeyranê gilover de Tirkîye bi hêzeke mezin derketîye. Erdogan got:

“Di nav qada navnetewî de serî li fikrê me didin û pêşnîyarê me digrin. Carna em navbeynkariyê dikin, carna jî em karan asan û pirsgirêkan çareser dikin. 255 nûnerên me yên der hene û em xudanê 5 tora dîplomasîyê ne. Dikarim bi şanazî bêjim ku dîplomasîya Tirk di demên dawî de yê herî serfîraz e.”

Meclîs wê kar û barên xwe yê asayî di roja Sêşemîyê de bide destpêkirin. Di pêşîya desthilatîyê de mijara yekemîn jin nû ve duristkirina Medya Civakî ye. Lê ev yek dema meclîs hê neketibû betlaneyê di navbera opozîsyon û desthilatîyê de bûbû sedama gengeşîyên tund.

Di sala borî de li Meclîsa Neteweyî ya Mezin ya Tirkîyê 818 saet kar hatîye kirin, 35 hezar û 984 rûpel pêgirt hatîye girtin; 112 lihevrûniştin; 486 rûniştin pêk hatine. 83 pêşnîyar zagonîbûye, 73 hezar û 500 pêşnîyaznameyên pirsê jî hatîne pêşkêşkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 02 10 2022