Mazlum Ebdî Pîrozbahî li Trump Dike, Domkirina Hevkarîyê Dixwaze

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jibo serketina di hilbijartinan de Donald Trump pîroz kir.

Ebdî di peyama xwe ya ser platforma X jiber serketina di hilbijartinên seroktîyê de Trump pîroz kir û geşbînîya xwe ser berdewamîya hevkarîya navbera HSD û Amerîka dîyar kir.

”Serok Trump, serketina we ya hilbijartinê pîroz be. Ez li bendê me ku em wek berê bi hevre kar bikin ku hevkarîya xwe bi hêz bikin û aramîya li herêmê misoger bikin.”

Washington, HSD ya bi pêşengîya Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevbendeke girîng dibîne û piştgirîya hînkirin, îstixbarat û êrîşên esmanî peyda dike.

Hêjayî bîrxistinl ye ku li Sûrîyê, li herêmên bin kontrola Kurdan nêzî 1000 leşkerên Amerîkî hene û hin caran vekişîna wan tê rojevê û Trump di dema seroktîya xwe de biryareke wiha dabû, lê piştî bertekan ji wê biryarê vegerîyabû.