McCarthy di Dengdana 12'an ya Seroktîya Civata Nûneran de Dîsa Serketî Nebû

USA-CONGRESS/HOUSE

Berbijarê Seroktîya Civata Nûneran Kevin McCarthy yê Komarî di dengdana 12'an de jî bi ser neket.

McCharty di dengdana dawî de piştgirîya hin Komarîyên din jî sitand, lê dîsa ew dengê bo seroktîyê pêwîst bi dest nexist.

Dengdana bo seroktîya Civata Nûneran çar roj in didomin.

Di dengdana 12'an de bi kêmî ve 10 Komarîyên di dengdanê berê de dijî McCarthy gotibûn ‘’na’’ piştgirî dan wî.

Dengdan bi dawî bû, lê bi kêmî ve 5 Komarîyan destek nedan McCarthy.

McCarthy berî dengdana 12'an got ku ‘’Temaşe bikin, hûnê bibînin ku hin kesên ku dijî min deng dane dê piştgirî bidin min’’

Li Civata Nûneran Komarî bi 222 kursîyên li hember 212 kursîyan li piranîyê ne.

Ji 2019’an vir ve McCarthy rêberîya Komarîyên li Civata Nûneran dike, lê Komarîyên konservatîf wî bi nermbûnê tawanbar dikin.

Hin Komarî dibêjin ku McCarthy hazir e ku bi Serok Joe Biden yê Demokrat û Demokratên din re li hev bike.

Jêder: Reuters