Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Fermandarê Giştî Mazlum Ebdî pêşwazîya nûnerê Serokê Partîya Demoqrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Dr.Hemîd Derbendî kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li cîhana Kurdî û herêmê hatin nirxandin.
“Di vê hevdîtinê de Dr. Derbendî peyama piştevanîya Serok Barzanî ragihand û bal kişand li ser yekxistina rêzên Kurdistanê û berfiretirkirina hevkarîyên hevbeş ya jibo rûbirûbûna kêşeyên heyî yên li Sûrîye.”
Daxuyanîya SDF bi berdewamî got ku Ebdî jî destxweşî li peyam û piştevanîya Barzanî kir.
“Fermandarê me yê giştî destxweşî li peyam û piştevanîya Serok Barzanî kir û piştrastî li ser wê yekê kir ku di qonaxa niha de jibo destxistina aramî û parastina berjewendîyên gelê Kurd pêdivî bi hewilên hevbeş yên navbera hemî alîyên Kurdistanî heye.”
Hêjayî balkişandinê ye di demên dawî de ku bizavên afirandina helwesteke hevbeş ya navbera alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê xurttir bûne.