Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî di Hevpeyvîna Enstîtûya Washingtonê de Çi Got?

Fermandarê HSD General Mezlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, roj Înê 06.01.2022ê di hevpeyvînekê de li gel "Enstîtûya Lêkolînên Washingtonê- Hevpeyvîn bi zimanê Îngilzî" peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê, rewşa herêmên kurdên li sûrîyê, çarenivîsa Rêveberiya Xweser, egera diyaloga li gel Şamê, opozisyon, Îran û Tirkiyê û astengiyên li ber wê diyalogê û rola Rûsya û Amerîkayê ya li Sûriyê anî ziman.

Helwesta Şamê û Destpêkirina Diyalogê

Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna "Enstîtûya Lêkolînên Washingtonê_Hevpeyvîn bi zimanê Erebî" re, li ser girîngiya danûstandinên li gel Dîmeşqê axivî û wî got "Eger rêkeftinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de bê kirin, pirsgirêkên Sûriyê dê li pey hev çareser bibin".

Lê fermandarê HSD'ê ew danûsitendin bi mercên cûda ve girêdide. Mîna ku ew ji desthilata Dîmeşqê qebûl nakin ku rewşa sûrîyê cardî vegere berîya 2011an . di warê sîyasî, Îdarî û leşkerî de.

Li ser dosya leşkerî jî Mezlûm Ebdî dibêje "divê hikûmeta Sûriyê, HSD û Asayişê nas bike."

Lê di bersiva xwe de dibêje, "Ew (Şam) hîn ji vê gavê re ne amade ye." Mezlûm Ebdî di bersiva xwe de derbarê danûsitendinên bi Dîmeşqê re giring dibîne ku ew danûstandin li jêr sîwana navnetweyî be.

Fermandarê HSD'ê di berdewamîya bersiva xwe de balkişand ser vegera têlilîyan navbera Dîmeşq û hin welatên cîhanê.

Wî tekez kir ku divê, ew peywendî nebin alîkar ku rijadina xwînê li Sûrî berdewam bike "Em ne li dijî peywendiyên wan bi Şamê re ne, lê nabe ev peywendî li ser hesabê me û gelê Sûriyê bin. Eger peywendiyên wan bi hikûmetê re bi awayekî erênî li ser pirsgirêkê çêbin, em piştgiriya wê dikin. Lê dema hikûmet van peywendiyan weke hêz û êrîşkar bibîne, wê demê ev peywendî dê veguherin tiştekî neyînî."

Têkilîyên Navbera Qamişlo û Hewlêr

Di bersiva fermandarê HSD de, li dor têkilîyên navbera kurdên herdû qiraxa Diclê dibêje ku, "Em hewil didin peywendiyan bi her kesî re, bi hemû partiyan û serkirdeyên wan re deynin."

Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi dawî alozî û nakokiyan jî kir, lê got, "Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram bûye."

Rewşa Îranê li Sûrîyê

Fermandarê HSD'ê rewşa Îranê anî ziman ] got rewşa Îranê bi helwesta Amerîka ve girêdayî ye. Her wisa anî ziman ku ew naxwazin herêmên bakûr û rojhilatê Sûrîyê bibe beşek şerê navbera Amerîka û Îranê, "Her tişt bi encama danûstandinên li gel Amerîkayê ve girêdayî ye. Em naxwazin herêma me bibe ne beşeke nakokiyên navçeyî û ne jî beşeke şerê Amerîka û Îranê."

Şervanên jin yên HSDê

Di berdewamîya bersiva xewde de fermandarê HSD'ê anî ziman ku pêwîste Îran roleke erênî di doseya Sûrîyê de bilîze, "Pêwîst bû Îran roleke erênî di dosyaya Sûriyê de bilîze, ji ber ku bandora wê li ser hikûmeta Sûriyê heye"

Egera Dîyaloga navbera HSD û Turkî de

Fermadnarê giştî yê HSD dor pirsa egera dîyalogê navbera Turkî û HSD di bersiva xwe de tekez kir ku HSD ne alîyekî şerê di navbera Turkî û PKK de ye, "Bi giştî em dixwazin nakokiyên xwe yên ligel Turkîyê bi rêya dîyalogê çareser bikin, ji ber ku me weke HSD çendîn caran eşkere kiriye, em ne aliyekî şerê di navbera Turkiye û PKKê de ne".

Lê fermandarê HSD dibêje ku, "şerê dijî Kurdan dikin. Hebûna Kurdan li Sûriyê red dikin û dibêjin, ew `xeletiya li Iraqê` dubare nakin".

Rola Amerîka û Rûsîya li Sûrîyê

Fermandê HSD'ê bawer dike ku lihevkirinek di navbera Amerîka û Rûsîya de pêk were, di dosyeya Sûriyê de dê pêşketin çêbibin.

Şervankê HSD di rahînanê de

Fermandarê HSD'ê behsa hewldanên dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê kir û got, "Ne rejîm û ne jî opozisyona nêzîkî Turkiyê çareseriyekê naxwazin, ji ber ku sûdê ji berdewamiya aloziyê werdigirin."

Pêşeroja Hebûna Amerîka li Bakûrê û Rojhilatê Sûrîyê

Fermandê HSD bersiva pirsa vekişandina hêzên Amerîkî got, "Erkên wan yên zelal hene, di nav de mayîna li vir û venekişîn jî heye"

Bingeha koalisyonê li Rimêlan

Lê tekez dike ku heya çareseriya sîyasî li sûrîyê pêkneyê divê hêzên koalisyonê bimîn in.

Di berisvên xwe de fermandrê giştî yê HSD balkişand ser têkilîyên bi Rûsîya , Amerîka re.

Her wisa derbarê hin mijarên din yên cûda yên girêdayî rewşa Sûrîyê bi giştî, Fermandê HSD'ê Mazlum Ebdî nêrînên xwe anîne ziman.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Qamiîlo 09 01 2022