Fermandarê HSD'ê Banga Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî Dike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî îro Şemiyê, peyameke kurt di platforma Xê de weşand û bang li hêzên Kurdî dike ku berjewendiyên niştîmanî yên Kurdî biparêzin û di vê rewşa kirîtîk de ji berjewendiyên berteng yên partayetî xwe dûr bixin.

Peyma Ebdî wehaye "Îro, yekîtîya niştimanî ya Kurdî li Sûrîyayê pêwîstîyeke dîrokî ye û bersiva metirsîyên vê qonaxê ye. Em ji hemû alîyên Kurdî hêvî dikin ku xwe dûrî berjewendîyên partîtîyê bixin û bi rengekî erênî nêzî bangên gelêrî yên ji bo diyalogê û yekhelwestîyê bibin."

Li aliyek din Ferhad Şamî Berpirsê Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demkratîk HSDê îro Şemiyê di peyamekê de ku di platforma Xê de hatîye weşandin nûçeya kenala El-Jazeera reda dike ya derbarê derbasbûna Mahir Esed de.

Daxuyaniya HSD'ê dibêje, "El -Jazeera nûçeyên derew belav kir û diyar kir ku Mahîr El-Esed ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê reviyaye Iraqê û îdia kir ku ev yek ji aliyê hêzên me ve h;sankarî ji bo wî kirîye. Ev nûçe bi tevahî derew e û di çarçoveya tehrîkkirina hêzên me û gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di rojên borî de bi şêweke berfireh nûeçya derbasbûna Mahîr El-Esed bo Îraqê di medya civakî de cih girt bû.

Lê aliyên elaqedar heta niha nûçeya revîna Mahîr El-Esed bo Îraqê û bajarê Silêmanîyê red kirine.