Fermandarê HSD'ê Banga Yekrêzîya Gelê Sûrîyê Dike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Abdî, (General Mazlum Abdi)

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li dor pevçûn û xwepêşandanên vê dawiyê dijî bingeh û berjewendîyên Tirkîyê li bakurê Sûriyê û tundîya dijî penaxwazên Sûrî li Tirkiyê peyamek weşand.

Mazlum Abdî bi postekê ser malper X'ê (berê Twitter) bal kişand ser cudahîya fikir û armancên tevgera serhildêrên dijî rejîma Şamê.

"Tevgera Sûrîyan li herêmên dagîrkirî tekez dike ku her çendî em hevbîr nebin jî, lê doza rûmeta niştîmanî û serwerîya biryara Sûrî dê armancên sereke bin yên ku me digihînin hev.

Di heman demê de em êrîş û tundiya li ser Sûriyan li wîlayeta Qeyseriyê li Tirkîyê şemrezar dikin, em banga parastina pêwîst ya jiyan û rûmeta wan dikin," fermandarê HSD'ê got.

Di dawîya peyama xwe de Mazlum Abdî dîyar kir ku "Her dem û niha jî, em li bakur û rojhilata Sûriyê pêşwaziyê li her hemûyan dikin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji roja 1'ê Tîrmehê û vir ve pêleke tundûtujiyê li hin bajarên Tirkîyê dijî penaberên Sûrî derketiyee. Li hemberî van kiryaran, li hin herêmên bakurê Sûriyê yên weke El Bab, Azaz û Efrînê xwepêşandan dijî bingeh û leşkerên Tirkiyê rû didin.

Ajansa AFP li gor jêderên Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) dibêje ji dema destpêkirina xwepêşandanan li Bakurê Sûriyê herî kêm 4 kes hatine kuştin.

Tirkîyê do Sêşemê ragihand ku ji encama tundîya li hin bajarên Tirkîyê yên li dij Sûrîyan zêdetirî 470 kes hatine binçavkirin.

Jêder: AFP, SOHR, X