Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî îro Çarşêmê ragihand ku bajarê Kobanê dikare bibe armanca êrîşeke bejayî ya artêşa Tirkîyê.
Ebdî got Kobanê bo Tirkîyê xwedî ye giringîyeke stratejîk e jiber ku Kobanê heremên din yên bin kontrola Tirkîyê yên li Sûrîyê bi hev girêdide.
Ebdî, helwesta Moskow û Washingtonê ya hember êrîşên esmanî yên Tirkîyê rexne kir û sekna wan wek lawaz bi nav kir.
Pêla dawî ya operasyonên Tirkîyê di 20ê Mijdare, piştî peqîna Stenbolê ya 13’ê Mijdare de destpê kir ku 6 kes hatibûn kuştin.
Tirkîye jiber êrîşa Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengîya HSD’ê dike, tawanbar dike, lê ew îdiaya Tirkîyê bi xurtî red dikin û dibêjin ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê tuneye.
Ebdî jî îro careke din îdiaya Tirkîyê red kir ku destê wan di êrîşa bombeyî ya Stenbolê de heye.