Mattis: Emê Berevanîya Koreya Başûr Bidomînin

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku tevî gefên navokî yên Koreya Bakur ewê dev ji siyaseta parastina Koreya Başûr bernedin.

Mattis di serdana xwe ya Koreya Başûr de, ji leşkerên Koreya Başûr û Amerîka re da zanîn ku ew hewil didin ku kêşeya Koreya Bakur bi rêkên dîplomatîk were çareser kirin.

‘’Dawîya dawî dîplomatên me jî divê ji alîyê leşkerên xurt ve werin parastin. Bi vî şiklî ewê tev bi hêza ku ji yekîtîyê çêdibe tevbigerin’’ Mattis got.

Wek Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, Jim Mattis jî dîyar kir ku armanca wan ne şer e. Mattis da zanîn ku ew hewil didin ku Koreya Bakur neçar bihêlin ku dev ji çekên navokî berde û careke din bikar neyne.

Mattis, li sînor ji navenda çavdêrîyê ya Amerîka-Koreya Başûr li Koreya Bakur nihêrî û piştre ser pêşveçûnan agahî sitand. Mattis serdana herêma bêleşker jî kir.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in re jî kom bû. Moon, pesna leşkerên Amerîkî yên li Nîvgirava Kore da û dîyar kir ku bandora wan li ser Koreya Bakur heye.

Li ber e ku Serokê Amerîka Donald Trump di 7-8’ê Mijdarê de serdana Seulê bike.