Mattis: Dîvê Amerîka Guh Bide Hevpeymanên Xwe

Jim Mattis li Konferensekê li National Harbor, Maryland, Sept. 20, 2017.

Roja Çarşemê berpirsekê leşkerê Amerîkî yê di asta bilind de got, Amerîka niha kar dike jibo bihêz kirina têkliyên bi hevpeyman û hevparên xwe yên navnetewî re, ew berpirs dibêje ev rêbazeke bingehîne bo stratejîya leşkerî ya Amerîka.

Jim Mattis wezîrê berevaniya Amerîka roja Çarşemê, di konferansa li National Harbor, Maryland li dervey paytext Washington got "Amerîka hema weha weke dana xwedê di eniya cengê de serkeftinê bidest naxe".

Mattis herwiha got 'Dîrok di vê xalê de raste, welatên xwedî hevpeyman pêş dikevin û yên bê hevpeymanin paşde dimînin, ev tiştekî eşkere ye".

Ev gotinên Mattis rojekê piştî Peyva Serok Trump derketin holê, dema Trum li hember civata giştî ya Netewên Yekgirtî li New York got bû, siyaseta derve ya amerîka vedigere bo "Dariştina pirensîpên serwerityê", Trump got "Ezê her tim Amerîk bêxim pêş, tam weke We, hûn weke serokên welatên xwe, hûn jî divê her tim welatên xwe bêxin pêş".

Mattis di konferansa li bingeha hêzên esmanî li dervey Washington bi aliyekê cûd de axfitin kirin û got "Divê em di amade bîn zêdetir guhê xwe bidîn hevpeymanên xwe û divê em di amade bîn wan qayîl bikîn".

Mattis di beşekî Peyva xwe de got, divê em rêya dîploamsiyê xûrtir bikîn, bi taybet li hember gefên Koreya Bakur û bernamê wê yê navokî û mûşekên wê.

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis da zanîn ku, di rewşeke weke ya Koreya Bakur de rewûeke cûdaye û ne li rêye, bi rêyên leşkerî be jî divê em hevpaymanên xwe ji gefên Koreya Bakur biparêzîn.

Serok Trump doh, di peyva xwe de pirsa Koreya Bakur weke metirsîdar tirîn tişt destnîşan kir bû herwiha daxwaza guherînan di peymana navnetewî ya derbarê bernamê navokî yê Îranê de, kir bûn.