Kompanîyên Mastercard û Visa roja şemîyê ragihand ku ew karên xwe yên li Rûsyayê radiwestînin.
Ev gav wekî derbeya herî dawî li sîstema darayî ya Rûsyayê tê dîtin piştî dagirkirina Ukraynayê.
Mastercard got ku kartên ku ji alîyê bankên Rûsî ve têne derxistin êdî ji alîyê tora wê ve nayên qebûl kirin û ew Mastercardên ku li derveyî welêt hatine derxistin li firoşgeh û bankên Rûsî naxebitin.
Visa jî ragihand ku ew ligel bikir û hevkarên xwe li Rûsyayê dixebite da ku di rojên pêş de hemî danûstandinên Visa li Rûsyayê rawestîne.
Serok û Rêveberê Giştî yê Visa Al Kelly di daxuyaniyekê de got: "piştî êrîşa Rûsyayê ser Ukraynayê û bûyerên ku nayên qebûlkirin em neçar man ku wê biryarê bidin."