NATO Serokwezîrê Holanda Rutte Wekî Sekreterê Giştî yê Nû Hildibijêre

Mark Rutte 1'ê Cotmehê dest bi erkên xwe dike.

Endamên NATO’yê îro Çarşemê Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte wekî sekreterê giştî yê hevpeymanîyê hilbijart. Ev yek di demekê de tê ku şerê li Ukraynayê didome û piştrastbûn derbarê helwesta siberojê ya Amerîkay hember hevpeymanîyê Rojavayî.

Danîna Rutte hate holê piştî ku hevrikê wî, Serokê Romanya Klaus Iohannis, hefteya borî ragihand ku ew ji kêbirkeyê vedikişe.

“Civata Bakurê Atlantîkê biryar da ku Serokwezîrê Holandî Mark Rutte wekî Sekreterê Giştî yê NATO deyîne û cihê Jens Stoltenberg bigire,” NATO di daxuyanîyekê de got.

“Birêz Rutte wê erkên xwe wekî Sekreterê Giştî 1’ê Cotmeha 2024’an destpê bike, dema ku gera birêz Stoltenbeg piştî deh salan di serkêşîya hevpeymanîyê de diqede,” daxuyanîya NATO’yê domand.

Piştî 14 salan wekî serokwezîrê Holandayê, wê Rutte êdî dest ji karê xwe berde heta ku balê bide ser posta nû.

NATO biryaran bi razîbûna hemû endamên xwe distîne. Ev jî tê wê wateyê ku Rutte wekî Sekreterê Giştî yê nû hate erêkirin piştî ku hemû 32 welatên endam razîbûna xwe derbarê danîna wî eşkere kir.

Jêder: Reuters