Sîyasetvana Fransî Marine Le Pen dîyar kir ku ewê bo hilbijartina serokomarîyê ya 2022’an bibe berbijar.
Marine Le Pen, ku berê rêberîya Enîya Neteweyî (Front National) û Partîya Yekîtîya Neteweyî (RN) kiribû, da zanîn ku ew dixwaze yekîtîya gelê Fransa çêke.
Li ber e ku berbijarîya Le Pen di kongreya partîyê 2021’an de were pejirandin.
Marine Le Pen got ku wê bo gelê Fransa re hêvîyê çêke berbijarîya xwe zû ragihandiye.
Ew di hilbijartina 2017’an de heta gerê duyê çûbû û li hember Emmanuel Mcron têk çûbû.
Le Pen, ku wek rastgireke tundrê tê naskirin, 34 ji sedê dengan sitandibû.