Medya Ukraynî Dibêje Hevjîna Rêberê Îstixbarata Welêt Hatiye Jahrandin

Kyrylo Budanov û hevjîna wî Marianna

Medyaya Ukrayna îro Sêşemê radigihîne ku hevjîna rêberê îstixbarata welêt bi metalên giran hatiye jahrandin.

Marianna Budanova, hevjîna Kyrylo Budanov e ku ew serokê îstixbarata Ukrayna ya bi navê GUR’ê ye û di operasyonên veşartî yên dijî hêzên Rûsî bi rêve dibe.

Budanov li Ukrayna tê nas kirin û wek mejîyekî xurt yê operasyonan dijî Rûsya tê zanîn.

Medyaya Rûsî, Budanov wek fîgureke nefretê dibîne.

Ger were piştrast kirin ku Marianna Budanova hatiye jahrandin ew dê êrîşa herî mezin ya Moskowê be ku dijî mala rêberekî Ukrayna pêk anîye.

Îstixbarata leşkerî ya Ukrayna û servîsa ewlekarîyê ser nûçeyan ti şirove nekirin.

Medyaya Ukrayna dîyar nake ku kê jahr daye Marianna Budanova û ser dema bûyerê jî ti agahîyê nade.

Sazîya medya ya bi navê Babelê dîyar kir ku Budanova li nexweşxaneyê ye û hindik maye ku dermankirina wê ya dijî jahre biqede.

Medyayên wek Suspilne, Ukrainska Pravda, RBC Ukraine jî ragihandin ku Budanova hatiye jahrandin.

Ukrainska Prava dîyar kir ku li gor gumana xurt jahr xistine xwarina Budanova û hin xebatkarên din yên GUR’ê jî hatine jahrandin.

Rûsya berê jiber kuştina blogerekî Rûs û rojnamevanekî ku piştgirîya şer dikir, Ukrayna tawanbar kiribû, lê Kîevê ew tawanbakirin red kiribibûn.

Budanov berê gotibû ku heta Ukrayna tam bi ser dikeve ewê kuştina Rûsên li cîhanê bidomînin.

Jêder: Reuters)