Marian Robinson Diya Michelle Obama Koça Dawî Kir

Arşîv: Xanima Yekê ya Berê ya Amerîka Michelle Obama û Diya wê Marian Robinson

Marian Robinson, diya Xanima Yekê ya berê ya Amerîkî Michelle Obama, ku bi keça xwe re li Qesra Spî dijîya piştî ku Barack Obama di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket da ku alîkarî û çavdêriya her du neviyên xwe yên ciwan bike, roja Înê koça dawî kir, malbata wê got.

Malbatê di daxuyaniya xwe de dibêje, "Pêdiviya me bi wê hebû. Pêdiviya keçan bi wê hebû. Di dawiyê de, ew jibo me kevrek bû ku bo her tişt pişta me bi wê rast bû." Robinson di jiyê 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Her çend şemalka jiyana wê vemiriya, lê ciyê Robinson di hin demên herî girîng yên malbata Obama de diyare, bi gelemperî di hemî bîranîn, sersal û çalakiyên din de tevî Barack Obama û xanima yekê Michelle Obama û her du keçên wan, Sasha û Malia, hizûra wê hebû.

Di şeva hilbijartinê de di sala 2008 de, wêneyê wê hat kişandin ku li kêleka Obama li ser qanafeyekê rûniştibû, û destê wî girtbû di dema encamên hilbijartinan dihatin ragihandin.

Marian Robinson di sala 1937 li başûrê Chicago hat dinê û di malbatek heft zarok de mezin bû, berî ku xwendina xwe di warê perwerdê de tmam bike paşî wekî sekreter kar bike.

Ew di sala 1960 de bi Fraser Robinson re zewicî, û du zarokên wan hebûn, Michelle Obama û birayê wê Craig Robinson, ku her du jî li devera South Side ya Chicago mezin bûn.

Malbatê got ku di heyama heşt salên ku Obama ji 2009 heta 2017 li Qesra Spî derbas kir, "yekane mêvanê ku -Marianne Robinson- her tim israra dîtina wî dikir Papayê Vatîkanê bû."

Jêder: AFP