Alîkarê Nêzîk Yê Cîgirê Serokê Amerîka Mike Penc Tûşî COVID-19 Dibe

Arşîv: Marc Short

Alîkarê nêzîk û yê di asta bilind da yê cîgirê serokê Amerîka Mike Pence rastî vîrusa korona hatiye û têsta wî pozetîv derketiye, peyvdarê ofisa wî direngî şeva Şemiyê ev yek ragihandî ye.

Peyvdar Devin O’Malley got " hatiye piştrast kirin ku Marc Short serokê dîwana Mike Pence Cîgrê serokê Amerîka tûşî COVID-19 bûye, wî dest bi karantînê kirîye û alîkare ji bo têkelî çênebe".

Devin O’Malley herwiha got, Pence û hevjîna wî Karen têsta wan nêgatîv bûye û ew di rewşek baş dane.

O’Malley dîsan got Pence "Dê bernameya xwe li gorî mercên CDC ji bo karmendên bingehîn bidomîne," Û Roja Yekşemê cîgirê serok dê axaftinekê li mitîngek kampeyna hilbijartinan li North Carolina pêşkeş bike.

Dema rojnamevan ji serok Donald Trump derbarê tûşbûna Short ya vîrusa korona pirsîn, piştî ku ji kampeyna hilbijartinan ya 3 eyaletan Şemiyê vegeriya Trump got "Niha min derbarê wê bihîst, ez bawerinm ew niha di karantînê daye, min derbarê wê bihîs, ew dê baş bibe. Lê ew niha di karantînê daye."

Li aliyek din rojnama New York Times nivîsandîye ku li gor pêzanînên kesên agehdar hejmarek kesên bazneya nêzîk ya cîgirê serok, tûşî vîrusa korona bûne, herî kêm 4 kes ji stafê wî. Lê ji aliyê Komîta Tendirustî ya Qesra Spî ti daxuyanî dernektine.