Manna Gumanbar E ku Danûstandinên Cenevre Îro Destpê Bike

Hevserokê Meclîsa Surî ya Demokratîk Haytham Manna îro ji ajansa AFP re got, ew çaverê nake ku danûstandinên Cenevrê heta roja Duşemê destpê bikin.

Pispora Rojhilata Navîn ya Fransî Agnes Levallois ji ji AFP re gotiye ku opozîsyona Sûrî jiber nedîyarbûna çarenivîsa Beşar Esad pir eciz e.

“Opozîsyona Sûrî, berdî destpêbûna danûstandinan dixwaze bizane ku wê pozîsyona Esad wî çawa be. Lê, Esad jî niha xwe xurtir dibîne, loma naxwaze şertên ku têne pêş wî bipejirîne.”

Serokê Îranê Hesen Ruhani jî do Pêncşemê li Parîsê got ku destpêbûna peyvajo wê demekê bikşîne.