Di hvpeyvîneke taybet de, şêwirmendê Xweseriya Demokratîk Bedran Çîyakurd got ku YPG'ê bang li hêzên artêşa Sûrî kirin da ku bên herêmê û gelê herêmê ji gef û metirsiya Tirkiyê biparêzin.
"Helbet biryar hat stendin ku leşkerên Sûrî werin herêmê û sînoran ji êrîşên Tirkiyê biparêzin, piştî ku Amerîka û Tirkiye gihan biyarekê ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û Tirkiye bikeve herêmê."
Çiya dibêje ku leşkerên Sûrî neketine nava bajarê Minbicê, ew li herêma Arema xwe cih bûne ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e.
Wî,herweha got ku Minbic niha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên koalîsyonê bajêr diparêzin.
Your browser doesn’t support HTML5