Birayê Çêkerê Malpera DAIŞ'ê Radigihîne ku Kekê Wî Hatîye Kuştin

Dîmeneke ku ji alîyê Amaq'ê ve hatîye belav kirin çekdarên DAIŞ'ê nîşan dide

Birayê çêkerê malpera Amaq, ku propagandaya DAIŞ’ê dike, ji ser Facebook’ê ragihand ku kekê wî, li Dêrêzorê di êrîşeke esmanî ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de hatîye kuştin.

Reuters’ê dîyar kir ku kuştina çêkerê malperê hîn piştrast nekiriye û koalîsyonê jî derbarê vê mijarê ti agahî nedaye.

Li gor parvekirina li ser Facebook’ê Rayan Meşal û keça wê li mala xwe ya li el-Mayadînê hatine kuştin. Aktîvîstên opozîsyona Sûrî jî li ser sosyal medya nûçeyên kuştina Meşal belav kirin.

‘’Ez bi serbilindî radigihînim ku birayê min yê mezin Baraa Kadek, ku bi navê Rayan Meşal tê nas kirin, di êrîşeke koalîsyonê de şehîd ketîye’’ birayê Meşal li ser Facebook’ê nivîsî.

DAIŞ berpirsîya peqînên li seranserê cîhanê bi giştî di ser Amaq’ê re radigihîne.

Rita Katz, dîrektorê ajansa şopandina şerkarîyê SITE jî li ser Twitterê got ku li gor îdiayan Meşal li Dêrezorê hatîye kuştin.

Katz bi berdewamî da zanîn ku Amaq xwe wek malpera fermî ya DAIŞ’ê nîşan dide û rêxistina tundrê heta niha ji wir berpirsîya bi dehan êrîşan girtîye ser xwe.