Hikûmeta Malî ragihand ku wê ji ti dewletê nexwestiye ku di navbera wû serhildayên Îslamî de navbeynkarîyê bike.
Vê hefteyê karbidestekî ji karên olî dabû zanîn ku wan ji Civata Bilind ya Îslamê (HCI) xwestiye ku di navbera hikûmetê û hêzên herêmî yên El Qaydê de bibe navbeynkar.
Li gor daxuyanîya hikûmetê, Malî heta îro ti car ji dewletekê yan ji sazîyekê navneteweyî nexwestiye ku di navbera wê hêzên Îslamî de navbenykarîyê bike.
Komên Îslamî di demên dawî de ji sînorên xwe yên tên zanîn pirtir diçin û hikûmeta Malî piştgirîyê dide hewildanên herêmî yên aştî û agirbestê.
Fransa, ku ji alîyê leşkerî ve piştgirîya Malî dike, dijî vê stratejîyê ye.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di meha Hezîranê de gotibû ku ewê yekîneyên wê bi dewletên bi serhildayên Îslamî re danûstandinê dikin, operasyonê li dar nexin.