Hevşaredarê Mexmûrê: Di Êrîşa Tirkiyê De Li Mexmûrê 5 Kes Birîndar Bûn

Makhmour, Iraq

Di êrîşa dronên artêşa Tirk de li ser kampa Mexmûrê ya li herêma Kurdistana Îraqê de, 5 kes birîndar bûn û ziyan gihîtiye mizgeft û hin xaniyên kampê.

Hevşaredarê Mexmûrê Badran Pîran ji Dengê Amerîka re got: "Êrîşa dronê carekê li kampê ket û di encamê de 5 sivîl birîndar bûn."

"Êrîş li mizgefta gund ket û ziyan gihand nêzîkî 40 malan," wî got.

Tevî ku Tirkiyê bi berdewamî êrîşên dronan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê dike, lê ev çend roj in êrîşên xwe tundtir kirine li navçeyên pesara çiyayên Qendîl û Şarbajêr. Bihaneya Tirkiyê hebûna gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê ye.

Badran wiha got: "Êrîş li sivîlan û mala Xwedê bû. Tirkiyê mala Xwedê naparêze, ne jî welatiyên kurd."

Rûniştvanê kampê Dêrsim ji Dengê Amerîka re got: "Êrîş tenê metreyek dûrî mala me bû, lewra em derketin ji ber ku xwîşk û birayên min zarok in û ew ji êrîşê pir ditirsin."

Wî got, “Balafirên Tirkiyê hîn jî li ser kampê difirin û tirs û fikaran dixe dilê şêniyên kampê.

Raporta Snur Kerîm