Wezîrê Derve Yê Belarûsê Vladimir Makei ji Nişka Ve Koça Dawî Kir

Wezîrê Derve yê Belarûsê Vladimir Makei

Belta, ajansa nûçeyan ya dewlt ragihand ku "Wezîrê Derve yê Belarusê ji nişka ve mir", wezîr Vladimir Makei li ber bû, roja Duşemê li gel hevpîşeyê xwe yê Rûs bicive.

Belta ragihand bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide got "Wezîrê Derve Vladimir Makei ji nişka ve koça dawî kir,".

Makei, yê 64 salî, beşdarî konferansa Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) - hevbendiyek leşkerî ya çend dewletên piştî têkçûna Yekîtiya Sovyeta berê ye, li Yêrêvanê amade bibû, destpêka hefteyê li ber bû ku roja Duşemê bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re bicive.

Ji hejî bîrxistinê ye ku berî hilbijartinên Belarûsê yên serokatiyê di sala 2020-an de li sernserî Belarûsê bibin sedema protestoyên mezin yên dijî-hikûmetê û serokê welat Aleksandr Lûkaşenk , birêz Makei di nav wan kesan de bû ku hewl dida têkiliyên Belarûsê bi Rojava re baştir bike.

Herwiha Makei rexne li Rûsyayê jî girtin û dagîr kirina Ukrayna rexne kir.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got ku welatê wê bi bihîstina mirina birêz Makei "şok" bû.

Serokkomarê Belarûs Aleksandr Lûkaşenko yê ku tevî protestoyên sala 2020’an li ser desthilatê xwe feriz kirbû, sersaxî ji koç kirina Makei xwest.