Jina Kurd Makbule Ozer 80 salî ye. Ew bi hevjînê xwe Hadî Ozer re, bi îdiaya terorîzmê re hatibû girtin.
Parêzera Ozer, Dîlan Kunt Ayan dibêje ku jiber saxlemîya wê ya xirab ji zîndana Wanê ber bi Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî (Adli Tip Kurumu) hatiye şandin.
Ayan dibêje ku Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî wê di nava 3-4 rojan de derheqa Ozer de raporeke zanîstî amade bike ku ew dikare li zîndanê bimîne yan ne.
“Me di heman demê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê da ku derheqa her du girtîyan bîryara tedbîrê bigire û ew werin berdan. Rewşa saxlemîya Makbule Ozer pir xirab e û ew tim ditirse ku li zîndanê bimire.”
Ayan dîyar dike Makbulê Ozer di rewşene xirab de ye û ji destpêka zîndankirina wê heya niha wê tim dibin nexweşxanê.
“Jiber temenê wê hejmarek zêde nexweşîyên wê yên kronîk hene û nikare bimeşe. Dema em diçin hevîtina wê, ew bi rûniştoka çerxîn tê dîtina me. Dayîka Makbule tim dibêje ku li zindanê rewşa saxlemîya wê xirabtir dibe û ew ditirse ku li zindanê bimire.”
Ayan bi bîr xist ku wan berya zîndankirina herduyan, wan li gor qanûnan serî li Dadwerîya Înfazê ya Wanê dabû û we daxwaz kir ku wan jiber temen û saxelmîya wan ya nebaş zîndan nekin.
“Lê ev yek pêk nehat û niha heroj mafê jînaya Makbule û Hadî Ozer tên bin pêkiririn. Em li bendene ku ev rewşa nebaş dawî be.”
Hêjayî bîr xistinê ye ku di 9’ê Gulanê de Makbule Ozer û Hadî Ozer bi îdiaya “alîkarî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kirine” 2 sal û mehekê bi cezayê zîndanê hatibûn ceza kirin.
Lê, parêzerên wan berevanî li wê yekê kiribû ku li gor qanûnan “cezayên kesên ku li zîndanê bi serê xwe nikarin bimînin, tên paşxistin”, lê tevî bertekên bîragiştî ew ji zindanê re hatibûn şandin.
Your browser doesn’t support HTML5