Amerîka Careke Din bi Êrîşeke Kujer ya Girseyî Dihêje

Associated Pressê ragihand ku li bareke Lewiston ya eyaleta Maine ya Amerîka êrîşeke çekdarî li dar ketiye û bi kêmî ve 22 kes hatine kuştin.

Jêderên ewlekarîyê didin zanîn ku çaverê ye hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Polîs ragihand ku berguman Robert Card yê 40 salî ye ku wî li navendeke leşkerî ya artêşa Amerîkî perwerdeye çekan sitandiye.

Agahîyên di destê de polîs de nîşan didin ku Card havîna borî du hefteyan li naxweşxaneya aqil maye, lê hîn hûrgilîyên vê yekê nehatine eşkere kirin.

Hêzên ewlekarîyê dîyar dikin ku berguman qaçax e û ji hemî dikandaran dixwazin ku dikanên xwe bigirin.

Karbidestên ewlekarîyê yên bajarokê Androscogginê ji Facebookê du wêneyên berguman weşandin ku ew bi çeka li milê wê derbazî dikanekê dibe.

Walîya Mainê Janet Mils dîyar kir ku ew ser êrîşê hatiye ahadar kirin û ew niha bi karbidestên ewlekarîyê re ser hûrgilîyan danûstandinê dike.

Senatorê Maine Angus King jî dîyar kir ku ew jibo herkesê ku seba Lewistonê ketine fikaran xemgîn e.

Qesira Sipî jî ragihand ku Serok Joe Biden ser êrîşê hatiye agahdar kirin.

Jêder: AP