Maduro Beşdarbûna bo Hilbijartinên Seroktîyê li Sê Partîyên Rikeberîyê Qedexe Dike

Serokwezîrê Venezuela Nicolas Maduro da zanîn ku jiber ku sê partîyên mezin yên rikeberîyê, hilbijartinên şaredarîyê yên do Yekşemê boykot kirin, ewê nikaribin beşdarî hilbijartina seroktîyê ya 2018’an bibin.

Maduro dîyar kir ku tenê partîyên ku beşdarî hilbijartinên şaredarîyê bûne dikarin berbijaran bo hilbijartina seroktîyê raber bikin.

Sê partîyên bi navê Berê Dad, Îradeya Gel, Çalakîyên Demokratîk dîyar kiribû ku pergala hilbijartinê ne adil e û hilbijartinên şaredarîyê boykot kiribûn.

Partîyan dabû zanîn ku hilbijartin ‘’xizmeta dîktatorîya Maduro’’ dike, lê Maduro dibêje ku pergala hilbijartinê adil e.

Bi hilbijartinê bajarvanên pirtir ji 300 bajar û bajarokan dîyar bûn.

Li ber e ku Partîya Yekgirtî ya Sosyalîst ya Venezuala, ku Maduro pêşengîya wê dike, di hilbijartinan de bi rêjeyeke bilind bi ser keve.

Partîya Yekgirtî ya Sosyalîst 18 sal in li desthilatê ye. Piştî mirina Serokê Venezuela yê berê Hugo Chavez, Maduro ketibû şûna wî.