Nîqaşên Ser Herifîna li Madena Zêr ya Tirkîyê Didomin

Herifîna axê li qada madena zêr Çopler ya li bajarokê Licik ya Erzinganê

Kompanîya Anagold ya Madenkarîyê îro Çarşemê ragihand ku piştî herifîna axê li qada madena zêr Çopler ya li bajarokê Licik (Îlîç) Erzînganê sîyanîd (sîyanur) neherikîye çemê Firatê, dema ku pispor dibêjin egereke mezin heye ku sîyanîd tevlî hewa, ax û avê bûye.

“Sîyanîd neherikîye çemê Karasu (Fırat). Bi sedema herifandinê gemarîya jîngehî çênebû, lê hemû tedbîrên pêwîst demûdest hatin girtin. Ji 6 xalan nimûneyên ava ser rûyê erdê hatin girtin ku nîşan didin qirêjî tuneye,” Anagold got.

Herifîna axê do Çarşemê li qada madena zêr ya Çopler ku ji alîyê kompanîya Anagold ya Madenkarîyê ve tê xebitandin pêk hat ku herî kêm di bin axê de man.

Qada madena Çopler ku bûyer lê qewimî 350 metre dûrî çemê Firatê ye.

Wezareta Jingeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê jî îro bi daxuyanîyeke got kuli çemê Firatê heya niha ti qirêjî nehatiye dîtin.

Lê, partîyên opozîsyonê, sazîyên jingehî, pisporî û mafan bi daxuyanîyên ser hev Anagold û hikûmeta serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wek berpirsên bûyerê tawanbar dikin.

Ew dibêjin ku hikûmetê guh nedaye biryarên dadî, raportên zanyarî, hişyarîyên pişporan û hewlên bizavkaran ku bi rengekî eşkere bûye sedama herifandina kujer ya li Licikê.

Yekîtîya Odeyên Avedanker û Endezyarên Tirkîyê (TMMOB) jî îro di daxuyanîya ku ji Dengê Amerîka Beşa Kurdî re şand de ragihand ku felaketa li Licikê ber çavan pêk hatiye, jiber ku ji alîyê hemû karbidestên dewletê ve dihat zanîn ku xeterîya rûdana vê bûyerê heye û tedbîrên mecbûrî nehatine girtin.

“Ji destpêkê ve, wêrankirin û xeterîya ku Navenda Madenê ya Çoplerê bi salan çêdik ji alîyê Yekîtîya me (TMMOB) ve gelek caran ji raya giştî re hatiye eşkerekirin, “ TMMOB got.

Rexistinê dîyar kir ku wê di hemû dozên ku TMMOB'ê vekirine û niha li Dadgeha Erzînganê berdewam dikin de bi raporên teknîkî xeterîya herifandian erdê li madena Anadol ya li Licikê destnîşan kirine, lê berpirsan guh nedaye wan.

“Ne wezaret, ne rêvebirîya herêmî û ne jî dadgehê hişyarîyên me li ber çav girt û bûn sedema felaketa îro," TMMOB got.

TMMOB herwiha da zanîn ku bo darizandina rêvebir û karbidestên Anagold, karbidestên wezarêten ku ji destûr û kontrola qada madenê berpirsyar in, walîyê Erzînganê serî li dozgerîyê daye.

Wezîrê dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç jî ragihand di lêpirsîna di derbarê bûyerê de heya niha 7 berpirsên madenê hatine desteser kirin û şandeyeke pisporan ser sedem û berpirsên herifandina axê lêkolînan dike.

Dema nasnameyên 9 karkerên di bin axê de îro eşkere bûn Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya got ku zêdetirî 800 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê bo ditîna karkeran dixebitin.

Anagold ku ji xwedîyê ji sedî 80 yê wê, kompanîya SSR ya Madenkarîyê ya li Kanada û ji sedî 20 jî Koma Çalik ya nêzî hikûmetê ye, ji sala 2009’an vir ve li herêmê dixebite.

Kompanîyê di 2014 û 2021'an de bi pejirandina hikûmetê kanîna xwe du caran zêde kir, madenên vekirî berfireh û kûr kir.

Piştî ku Anagold di sala 2021'an bo zêdekirina kanînê serî lê da, wezîrê Bajarvanî û Guherîna Avhewa yê wê demê Murta Kurum destûr da û kompanîyê bi karanîna 11 hezar ton sîyanîdê ya xebatên xwe berfireh kir.

Kurum niha wek namzedê şaredarîya Stenbolê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Erdogan bo hilbijartinên Adarê kempanyê dimeşîne.

Di Hezîrana 2022’an de borîyeke sîyanidê di qada madanê de teqîya û bû sedema herêkina bermahîyên jahrê nava çemê Firatê. Wezareta Kurum wê demê bi demkî xebatên Anagold rawestand û li kompanîyê 16.4 mîlyon lîra ceza birîn.

Lê, di Nîsana 2022'an de, tenê sê meh piştî teqînê , dîsa bi destûra Kurum Anagold jinûve dest bi legerîna zêr kir û qada xebatên xwe berfireh kir.

Yekîtîya Baroyên Tirkîyê, ya Doktoran (TTB) û TMMOB dijî destûra duyê ya zêdekirina kanîna madenê ya bo kompanîyê doz vekirin ku hîn jî didomin.

Li gor malpera kompanîya SSR Madenkarîyê ya Kanadayî, kompanîyê di navbera 2020-2023’ de ji madena li Îlîçê bi qasî 334,6 mîlyon dolar qazanca net bi dest xistîye.

Hikûmeta Erdogan jî, di dawîya 2023’an de li gor qanûneke nû ya bacê, deynê bacê yê 7,2 mîlyar dolarî yê kompanîya SSR di berdêla dayîna rasterast ya 1.4 mîlyar dolarî de, betal kiriye.

Xwedîyê din, Çalik Holdîng jî di navbera 2012 û 2020’an de hebûna xwe ya darayî xwe nêzî neh qat zêde kiriye.

Tirkîye di warê ewlekarîya madenan de xwedî dîrokeke neguncaw e. Di 2022’an de li madena komirê ya Amasra ya li beravên Derya Reş teqînek pêk hat û 41 karker mirin.

Di 2014’an de jî felaketa herî mezin ya madenê li Soma, li rojavayê welat, li madena komirê pêk hat ku 301 kes mirin.