Macron, Scholz û Draghi Serdana Ukrayna Dikin

French President Emmanuel Macron gestures as he visits Irpin with Italian Prime Minister Mario Draghi, second right, and German Chancellor Olaf Scholz , right, Thursday, June 16, 2022.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi îro Pêncşemê serdana Kîev ya paytexta Ukrayna dikin.

Her sê jiber piştgirîya kêm ya bo Ukrayna dihatin rexne kirin. Karbidestên Ukrayna jî gotibûn ku her sê dewlet ji ewlekarîya Ukrayna zêdetir bala xwe didin ser berjewendîyên xwe yên aborî.

Macron, Scholz û Draghi piştî şerê Rûsya û Ukrayna, ku di 24'ê Sibatê de destpê kiribû, cara pêşî serdana Kîevê dikin.

Rêberên Fransa, Almanya û Îtalya bi şev bi trênê ji Polonya ber bi Ukrayna ve bi rê ketin.

Macron dîyar kir ku ew dê di serdanê de bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bicivin û da zanîn ku ew dê serdana hin herêmên komkujîyê jî bikin.

Serokomarê Fransa da zanîn ku ew wek rêberên Ewrupî divê piştgirîya xwe ya bo Ukrayna nîşan bidin.

Çaverê ye Serokomarê Ukrayna Klaus Iohannis jî di nava rojê de serdana Kîevê bike.