Serokomarê Fransa Emmanuel Macron got ku Hilcivîna G20 divê ser şertên naskirina Talîbanê ji wê re peyameke zelal bişîne.
Macron ji radyo Inter ya Fransa re da zanîn ku divê di nav wan şertan de wekhevî bo jinan, rakirina astengên li pêşîya şandina alîkarîyên bîyanan û bidawîkirina hevkarîya bi komên terorê yên Îslamî re hebin.
‘’Li gor min, divê bo naskirina navneteweyî bedelek hebe, wekhevîya jin û mêran bo rûmeta jinên Afgan girîng e bo me û divê ew şert hebe.’’ Macron got.
Wî dîyar kir ku divê Amerîkî, Ewrupî, Çîn, Rûsya û hêzên mezin yên Afrîka bi hev re bo şertên naskirinê peyameke zelal ji Talîbanê re bişînin.