Macron Dê Serdana Rûsya û Ukrayna Bike

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê ser girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de serdana her du dewletan bike.

Macron di nav hefteyekê de bi rêka telefonê sê caran bi Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelensky re axifîbû.

Qesira Elysee ragihand ku Macron dê di 7’ê Sibatê de li Moskowê bi Putin re û di 8’ê Sibatê de jî li Kîevê bi Zelensky re rûbirû biaxife.

Macron hewil dide Formata Normandîya vejîne û karbidestên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî li maseya dîyalogê bicivîne.

Serokê Demkî yê YE’ê Macron di 2’ê Sibatê de bi Serokê Amerîka Joe Biden re axifîbû û dûre bi Serokê Komîsyona YE Charles Michel re danûstandin kiribû.

Kêşeya Ukrayna bandor li Polonya jî kiriye ku Macron bi serokomarê wî welatî Andrzej Duda jî zêdetir ji saetekê axifî.

Macron û Duda li hev kirin ku ew bo girjîyê kêm bikin hefteya pêş di Formata Weimerê de (Almanya, Fransa, Polonya) bicivin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî bo çareserîya kêşeyê navbeynkarî pêşnîyaz kiribû û serdana Kîevê kiribû.

Erdogan û Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy roja Pêncşemê li Kîevê kom bûn.

Zelenksiy di preskonferansa hevbeş de dîyar kir ku ewê bi peymana ku wan îmza kiriye li Ukrayna çêkirina firokên bêmirov berfirehtir bibe.

Erdogan jî da zanîn ku ew piştgirîyê didin yekîtîya axa Ukrayna û got ku ew dikarin bo çareserkirina girjîyê navbeynkarîyê bikin