Macron: Divê Îran Nebe Xwedîyê Çekên Navokî

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Çarşemê got ku Fransa bi biryar e ku Îran dê ti car nebe xwedîyê çekên navokî, lê di heman demê de divê pêşî li alozîyên leşkerî were girtin.

Macron, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku divê hemî alî xwe ji rêbazên leşkerî dûr bisekinînin.

Netanyahu jî ji Macron daxwaz kir ku givaştina ser Îranê zêde bike û rê li ber êrîşkarîya wî welatî ya li herêmê bigire.

Ofîsa Netanyahu ragihand ku her du rêber bilî programa navokî ya Îranê, herwiha mijarên wek ewlehîya herêmî yên ji Tirkîyê heta Lîbyayê nirxandin.

Macron li Îsraîlê ye ku beşdarê Foruma Cîhanî ya Holokost (World Holocaust Forum) bike ku sibê Pêncşemê tê darxistin.