Macron: Biden û Putin bo Hilcivîna Ser Krîza Ukrayna Hevbîr In

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Duşemê dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di prensîbê de lihev kirine ku ser krîza Ukrayna hilcivîneke bikin.

Ofîsa Macron di daxuyaniyekê de ragihand ku wî Biden û Putin qayil kiriye ku ser "ewlehî û aramîya stratejîk ya li Ewrupa" hevdîtineke pêk bînin.

Hevdem, Qesra Sipî jî ragihand ku Biden "di prensîbê" de hevdîtin qebûl kiriye, lê tenê bi şertê ku ger Rûsya êrîşê Ukrayna neke.

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki got ku "Em her tim bo dîplomasîyê amade ne. Herwiha em amade ne ku bertekên demûdest û giran jî nîşan bidin , heke Rûsya li şûna dîplomasîyê biryara şer bide."

Kremlinê jî îro piştrast kir ku Putin û Biden dikarin ser telefonê biaxifin yan hevdîtinek pêk bînin, lê got ku jibo hilcivînê hêj planeke berbiçav ya tuneye.

Herwiha, Ofîsa Macron û Qesra Spî diyar kirin ku naveroka hilcivînê wê ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve , di hevdîtina wan ya di 24'ê Sibatê de, were zelal kirin.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewrupa (YE) got ku bo pêşî girtina şer pêwîstî bi danûstandinan heye.

Hevdem, Almanyayê jî ragihand ku divê Rûsya vegere ser maseya danûstandinan.