Macron ji Zelenskyy re Piştgirîya Fransa ya bo Ukrayna Dubare Dike

Serokê Fransa Emmanuel Macron di pêwendîyeke telefonî ya bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy de piştevanîya xwe ji Ukrayna re dubare kir û gurkirina şer ya ji hêla Rûsya ve şermezar kir.

Daxuyanîya ji ofîsa Macron got ku Macron roja Înê bi telefonê ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Zelenskyy re peyîvî û êrîşên çavkorkî yên Rûsya, ku bi berdewamî li dijî bajarok, gelê sivîl û binesazîya enerjî ya Ukraynî zêde dibin, bi tundî şermezar kirin.

Zelenskyy jî bi daxuyanîyeke li ser platforma medyaya civakî ya Telegramê got ku Zelenskyy dîsa ji Macron re careke din gotiye ku çiqas girîng e ku NATO welatê wî vexwîne nava hevbendîyê.

"Min bi Serokê Fransî Emmanuel Macron re soxbeteke avaker ya telefonî kir. Min jibo amadebûna Fransa ya xurtkirina derfetên me yên berevanîya esmanî, jibo piştgirîya giştî û bilezkirina gîhandina firokên Mirage, ji wî re spas kir," Zelenskyy got.

Jêder: Reuters