Macron Bang li Hevbendên Ukrayna Dike ku bi Tirsonekî Tevnegerin

Macron û Serokê Çekî Petr Pavel li Pragê

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Sêşemê bang li hevbendên Ukrayna kir ku tirsonek tevnegerin û gavan bavêjin.

Macron li Pragê ji hemwelatîyên Fransî re got ku ew li Ewrupa nêzî demeke wisa bûne ku divê ew êdî netirsin.

Wî 26’ê Sibatê li Parîsê di konferanseke ser Ukrayna de gotibû ku divê dewletên Rojavayî ser şandina yekîneyan danûstandinê bikin, lê hevbend dijî wê nêrînê sekinîbûn.

Macron, bê ku bi nav bike, ser şerê Rûsya û Ukrayna got ku şer vegerîye Ewrupa û gefên hin hêzan roj bi roj zêdetir bûne.

Sereokê Fransî got ku divê ew li gor wê rastîyê tevbigerin, lê wî ti hûrgilî neda.

Gotinên Macron yên ser şandina yekîneyên Rojavayî jibo Ukrayna di çarçoveya rêbaza dîplomasîya wî ye ku ew hewil dide tabuyan bişkîne.

Karbidestên Fransî piştre dîyar kir ku Macron xwestiye nîqaşan geş bike û gotina wî ser parastina sînoran, perwerdekirina hêzên Ukraynî û pûçkirina mayinan in.

Çaverê ye Macron di serdana Pragê de ser kirîna kelûpelên leşkerî yên jibo Ukrayna danûstandinê bike ku Komara Çek meha borî ragihandibû û Kanada û Danîmarka jî piştgirî dabû.

Hevdem, hêzên Rûsî li rojhilata Ukrayna dest bi êrîşên nû kirine û Ukrayna jiber kêmbûna topan di sekinandina wan de bi dijwarîyan re rûbirû dimîne.

Macron 26’ê Sibatê dîyar kiribû ku Parîs wê piştgirî bide destekên Komara Çek, lê eşkere nekir ku piştgirî wê çawa be.