Macron Derî Li Pênasîna Bi Dewleta Filistîniyan Vedike

Serokê Frensa Emmanuel Macron

Serokê Frensa Emmanuel Macron roja Înê got ku naskirina dewleta Filistîniyan ji bo Fransa êdî ne tabû ye, û pêşniyar kir ku Parîs dikare biryarê bide heger hewildanên çareseriya du dewletî, ji ber dijberiya Îsraîlê, rawestin.

Naskirina yekalî ya Frensî bêyî danûstandinên rasteqîn dê hindik rewşa li ser erdê biguherîne, lê dê giraniya sembolîk û dîplomatîk bide wê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nerazîbûna xwe li dijî serweriya Filistînî anî ziman û got ku ew dê kontrolkirina ewlekariya tevahî ya Îsraîlê li rojavayê Urdunê ji dest nedin û ev yek li dijî dewleteke Filistînî ye.

Parlemanterên Frensî di sala 2014an de deng dabûn ku daxwaz ji hikûmeta xwe bikin ku “Filistînê” nas bike, tevgereke sembolîk bû ku bandoreke hindik li ser helwesta dîplomatîk a Frensayê kir.

Gotinên Macron yekem car e ku serkirdeyekî Frensî pêşniyareke weha bike û tekezî li ser bêsebiriya zêdetir di nav rêberên rojavayî de dike, di demekê de ku li Gazayê qurbaniyên tolhildana Îsraîlê zêde dibin piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya ji aliyê grûpa çekdar a Îslamî ya Felestînî ya Hemasê ve ku 1200 kes kuştin û 253 kes rehîne hatin girtin, li gorî daneyên Îsraîlê.

"Hevkarên me yên li herêmê, bi taybetî Urdun, li ser vê yekê dixebitin, em bi wan re dixebitin. Em amade ne ku li Ewropayê û Konseya Ewlekariyê tevkariyê bidin vê yekê. Naskirina dewleta Filistînê ji bo Frensa ne tabû ye," Macron ligel şahê Urdunê Abdullah yê duyem li Parîsê got.

Digel ku piraniya welatên nûgeşbûyî Filistînê wekî dewletekê nas dikin, piraniya welatên Ewropî yên Rojavayî vê yekê nas nakin, bi îdiaya ku divê dewletek Filistînî ya serbixwe ji danûstandinên bi Îsraîl re derkeve holê.

Çavkanî: Reuters