Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Îraqê îro li Parîs beşdarî di merasîma vekirina Olîmpyatên havînê yên Paris de kir û ji aliyê Serokê Fransa Emmanuel Macron ve hat pêşwazî kirin.
Barzanî di hesaba xwe ya X'ê de, peyamek weşand û got "Ez bi dîtina Serok Emmanuel Macron ] û Xanima Yekê Brigitte Macron kêfxweş im , û beşdarî merasîma vekirina Olîmpiyatên Parîsê bûm. Lîstik Olîmpîyatê nîşandanek ni nirx ya yekitiya gerdûnî ye, û Parîs carek din dilê xwe jibo hemî cîhanê vekir."
I’m delighted to have met President @EmmanuelMacron and First Lady Brigitte Macron, and attended the opening ceremony of the Paris Olympics. The Games are a remarkable showcase of global unity, and Paris has once again demonstrated its inspirational spirit in bringing the world… pic.twitter.com/vo6c3nobi8
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 26, 2024
Serokê Herêma Kurdistanê weke mêhvan di nava wan 206 welat û herêman de ye ku îro Înê 26'ê Tîrmehê li Parîs di olîmpîyatên havînê de yên li Parîs beşdar dibe.
Olîmpîyatên Parîsê îro Înê destpê dikin ku wê bi beşdarîya pirtir ji 10,500 werzişvanan ji 206 welat û herêman çend rojan bidomîne û roja 11’ê Tebaxê dawî li wê were.