Macaristan jiber Gurbûna Şerê Rûsya û Ukrayna Hazirî Dike

Macaristanê ragihand ku jiber gurbûna şerê Rûsya û Ukrayna ewê li rojhilata bakurê welêt sîstema berevanîya esmên çêke.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, piştî Amerîka destûr da Ukrayna ku bi muşekan Amerîkî êrîşan bibe ser kûrahîyên Rûsya, pêr Sêşemê wek bersîvdanê îhtîmala karanîna êrîşa navokî hêsantir kiribû.

Moskowê dîyar kir ku Ukrayna roja Sêşemê cara pêşî muşekên ATACMS yên Amerîka bi kar anîne û got ku ew vê gavê wek gurbûneke mezin dibîne.

Wezîrê Berevanî yê Hungarya Kristof Szalay-Bobrovniczky derengê roja Çarşemê ji Facebookê dîyar kir ku her çiqas ew aştîyê hêvî dikin jî ew li hember hemî îhtimalan amadekarîyê dikin.

Szalay-Bobrovniczky got ku ew sîstemên berevanîya esmên û kanînên din li rojhilata bakurê welêt bi cîh dikin.

Wî dîyar kir ku niha guman çêbûne ku şerê Rûsya û Ukrayna hîn gurtir bibe.

Macaristan, ku hem endama NATO û hem jî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, li sînorê Ukrayna ye.

Jêder: