Kremlîn ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron îro Duşemê bi telefonê axifîn.
Putin û Macron hevbîr bûn ku divê peymana navokî ya bi Îranê were parastin û ew peyman bi tevahî were cîhanîn,” Kremlîn di daxuyanîya xwe de ragihand.
Kremlîn da zanîn ku axaftina telefonê li ser daxwaza hikûmeta Fransî pêk hat.