Orban: Hungarya û Polonya Berevanî li Welatên Xwe yên Krîstîyan Bikin

Serokwezîrê Hungarya (Macaristan) Viktor Orban îro Înê got ku welatê wî û Polonya şer bikin ku nasnameya Krîstîyan ya welatên xwe biparêzin.

Orban di vekirina peykera bîranîna ketina firokekê de, ku serokê berê yê Polonya Lech Kaczynski jîyana xwe hinda kiribû, peyîvî.

“Em bawer in ku Polonyayî û Macarî xwedîyê rêyeke hevbeş, şerekî hevbeş û armanceke hevbeş in: avakirin û berevanîkirina welatên xwe, bi awayê ku ew hez dikin û rast dibînin ... Krîstîyan û bi nirxên netewî,” Orban got.

Orban ku hilbijartina giştî roja Yekşemê li benda wî ye, dubare kir ku Polonya, di şerê xwe yê dijî Brukselê de dikare ji piştgirîya Hungarya piştrast be.