Bi Hezaran Penaber li Kampa Mabrûk Bin Şertên Diwar Dijîn

Rewşa tendirustîya Kampa Mebrûka ku nêzî 5000 koçberên ji herêma Reqa û Dêrezorê lê dijîn, ne baş e.

Li kampê çar xalên bijîşkî yên girêdayî Rêveberîya Xweser hene û herwiha du xalên din jî girêdayî rêxistinên navneteweyî ne.

Li gor rêvebirîya kampê, carcaran nexweş ji Nexweşxaneya Roj ya li Serêkanîyê tên rakirin, lê jiber ku ambulans tunene, nexweş mesrefên rê ji berika xwe didin.

Dr. Xelîl Ehmed, berpirsê xala bijîşkî ya girêdayî Desteya Tendirustî dibêje ku kêmahîyên pir mezin yên dermanên wek nexweşîya şekir û heye û pêdivî bi ambulans û karmendên bijîşkî heye.

“Rewş li kampê pir zehmet e û hinek nexweş hene pêdivîya wan bi emelîyatan heye, lê jiber tunebûna derfetan ew pêk nayên.”

Kampa Mebrûka ya girêdayî Serêkanîyê di sala 2015’an hatibû vekirin ku sîvîlên ku deverên bin kontrola DAIŞ’ê direvin, bihewîne.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_05_30_2018