Piştî şera Îsraîl û Hamasê Rêvebirî Filîstinê Mahmud Abbas cara yekê serdana Enqerê dike.
Abbas wê di 14 Gelawêjê de were Enqerê û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive, di 15 Gelawêjê de jî ewê di Meclîsa Tirkîyê de biaxife.
Di ragihandina Tirkîyê de hatina Abbas bi firehî tê nîqaş kirin.
Gelê Tirkîyê hatina wî erênî temaşe bike jî lê Kurd jiber qisên Abbas, ku gotibû “Ez dijî serxwebûna Kurdistanê me” zêde erênî temaşe nakin. Jibo vî jî di şera Îsraîl û Hamasê de Kurd bêalî man û zêde beşdarî sîyaseta Tirkîyê ya piştgirîya Hamasê nebûn.
Ev serdana Abbas gelo tê çi wateyê?
Berpirsê Karê Der û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Prof.Dr. Îlhan Uzgel dibêje ku hatina Mahmud Abbas a Tirkîyeyê û axaftina wî ku wê li meclîsê bibe, piştî encama zexta Erdogan li ser Abbas pêk hatîye.
“Armanca Erdogan ew bû ku Hanîye bîne û li meclîsê biaxife. Lê, dema ku Hanîye li Tehranê hate kuştin, li ser Mahmud Abbas fikirîn. Abbas di destpêkê de bi vê yekê razî nebû, lê belê Erdogan hêza Tirkîyê bi kar anî û Abbas niha tê Tirkîyê.”
Uzgel dide zanîn ku Abbas nexwest ku Erdogan bigire hemberî xwe û jiber vê jî serdana Tirkîyê dike.
Di vê civîna rewşa awarte ya meclîsê de aqaftina Mahmud Abbas dê Erdogan, partîyên ku gruba wan di meclîsê de hene, mîsyonerên dîplomatîk û rêvebirîn grubên Filîstinêyan guhdar bikin.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî yek ji van e. Cîgirê Gruba DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît hatina Abbas wiha nîrxand:
“Hatina Mahmud Abbas û axaftina wî jibo me girîng e. Di dawîyê de dê êşa gelê Filîstinê û daxwazên xwe bîne ziman. Em naxwazin gotinê wî yên berê yên derbarê Kurdan de têxin nav vê mijarê. Em li pirsgirêka Filîstînê dinêrin, ji dervayî nîrxandinên şexsî yên Abbas.”
Hêjayî balkişandinê ye ku jiber ku Amerîka hate Sûrîyê û piştgirî da hêzên Kurdan Mahmud Abbas dijî Kurdistana serbixwe derketibû û wiha gotibû, “Ger Amerîka êrîşî Sûrîyê bike, ev yek wê bibe sedema rûxandina Esad û avakirina dewleta Kurdistanê û em dijî vê ne.”
Your browser doesn’t support HTML5